Di çim kalîtiyê berber
Tarab,Arabic Music,Nostalgic,Emotional,Soulful,Melancholic,Intense,Slow,Emotional depth vocal,Ethnic Vocal,Vibrato Vocal,Steady
00:00 / 00:00
Lyrics
Di çim kalîtiyê berber
Werê ciwanî yê berber
Çine ev deqê reş û zer
Herim kûdê bêje berber
Can û ciwan bike porê
Qete qet bêne bi dorê
Xeta bikşêne bi zorê
Rehet qutke porê berber
Meqesê te tûje zanim
Mûçinka te kine zanim
Kêra te bê tirse zanim
Pora min meydane berber
Tayê xwe ber bi dêmava
Rîbir heta ser lêvava
Wext li min îro bê bava
Xweşik delal ke min berber
Sipî girtî ye serê min
Wekî neyar tê şerê min
Têşênê Cerg û dilê min
Gotin here bêje berber
Bexçê serî nema reşe
Buhar li dil nema xweşe
Nav çav û rû tenik weşe
Belkî neynik kore berber
Boyax gelo derman nîne
Yan dijî min tejî kîne
Na bêjê qey wekî dîne
Bilez werê derman berber
Mijgulê min şîyar bike
Birh û Cînîka rast bike
Fen û hîla têde bike
Vegerê min Ciwan berber